Li bajarê Laheyê  salvegera damezrandina PWKyê hate pîroz kirin

Li bajarê Laheyê salvegera damezrandina PWKyê hate pîroz kirin

.

A+A-

Li bajarê Laheyê pîrozkirina yekemîn salvegera damezrandina PWKyê

Roja 08.09.2024ê, li bajarê Lahey yê Hollandayê, bi minasebeta yekemîn salvegera damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi amadekarîya Komîteya Holandayê ya PWKyê, semînerek hate li i dar xistin, yeksalîya PWKyê hate pîroz kirin.

Bi moderatorîya Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Ferhat Boskan di dema hatibû dîyarkirin de semînerê destpêkir.

Semîner bi sirûda neteweyî,Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Di destpêkê de Rerokê PWK-Rêxistina Ewropayê  Baran Boskan di derbarê avabûn û xebata partîyê de axaftinek pêşkêş kir.

Paşê di derbarê bername, armanc û sîyaseta PWK de, êndamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Mehmet Selîm Uzun û rêvebirê PWKyê Seyîdxan Kurij bi zaravayên zazakî û kurmancî yên kurdî semîner pêşkêş kirin.

Nûnerên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd- Sûrîye (PYDKS) û HAK-PARê, hin kesayet, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Cano Amedî û Rifat Sefalî, rêvebir û endam û alîgirên PWKyê yên li Hollandayê beşdarî vê semînerê û pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn.

Semîner û pîrozbahî, bi awayekî berfireh, têr û tije derbas bû. Du zaravayên zazakî û kurmancî, ewqas bi hevre û di nava hev hatin hûnandin.

Piştî axaftina M. Selîm Uzun û Seyidxan Kurij, nûnerên partîyên sîyasî û beşdarên semînerê, gelek pirsên balkêş kirin û M. Selîm Uzun û Seyidxan Kurij bersîvê van pirsan dan.

Semîner û pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bi dilxweşî û razîbûna hemû beşdaran, di atmosfereke erênî û berhemdar bi dawî hat.

08.09.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2024-09-08-at-22-28-24.jpegwhatsapp-image-2024-09-08-at-22-28-44.jpegwhatsapp-image-2024-09-08-at-22-28-54.jpegwhatsapp-image-2024-09-08-at-22-28-35.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin