
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt
.
A+A-
Rêxistina mafên mirovan ya bi navê Hengawê rapor kir ku li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên asayîşa Îranê, di 29ê Adar a 2025an de, li gundê an jîngeha Qeşlaq Terzîlogê yê bi ser bajarê Urmiyê, Kurdê bi navê Muhammed Huseyinzadeh kuştine.
Dema Huseyinzadeh di ereba xwe de, di rêya xwe de diçû, bê ku hêzêna sayîşê hişyariyekî an îşaretekî bidinê, bi çekan lê xistine.
Li gor gotinê; kesê navborî bi gumana ‘malê qaçax difroşe’ lê xistine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin