Li bajarê Viyenayê zarokên Kurd û biyanî fêrî Kurdî dibin
.
Li bajarê Viyena yê Nemsayê navendek ji bo parastina kultûr, wêje û zimanê Kurdî hatiye avakirin û li wir zarokên Kurd û biyanî jî fêrî Kurdî dibin.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê dezgeheke çanda Kurdî ya serbixwe ye û ew di sala 2017an de ji aliyê hin rewşenbîr, hunermend û akademîsyenên Kurd ve li Nemsa ango Awustiryayê bi armanca parastina çand û zimanê Kurdî hatiye damezrandin.
Serokê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê Silêman Mihemed e, ji bajarê Qamişlo ye û ew bi xwe 9 sal in li Nemsa dimîne, dibêje dema ew li Nemsa bi cî bûn, karê herî zêde pêwîst dîtin, ew bû ku zarok fêrî ziman û çanda xwe bibin.
Serokê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê Silêman Mihemed got: “Li vê derê dezgeh û komeleyên Kurdî hene ku karên siyasî û civakî dikin. Lê dema em di sala 2015an de weke penaberên li Rojavayê Kurdistanê hatin vê derê, me pêwîst dît ku girîng e saziyek Kurdî ya serbixwe hebe û tenê karên çand û ziman bike. Li vir me dît ku pêwîst e zarokên Kurd ên penaber fêrî zimanê xwe bibin û li çand û zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber vê yekê em çend xortên Kurd xwe da hev û Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ava kir.”
Ji sala 2017 an ve enstîtu hatiye avakirin û di gelek qadan de dixebite. Ev enstîtu beşa zimanê Kurdî û pirtûkxaneyeê li xwe digire û xelata rûmetê ya hunerê jî dide.
Silêman Mihemed herwiha got: “Çalakiyên sereke yê enstîtuyê sazkirina kursên zimên bi her du zaravên Kurmancî û Zazakî ne. Ji bilî kursên fêrkirina ziman Enstîtuya Kurdî çalakiyên çandî û hunerî jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkên. Em nivîskar û helbestvanan vedixwînin û gotûbêj li ser berhemên wan têne kirin û nivîskar pirtûkên xwe îmze dikin. Herwiha em dixwazin weke enstîtu di navbera çana Kurdî û Nemsayê de bibin pirek û ew bizanin ku çand û zimanê Kurd çend dewlemend û xweş e.
Mihemed herwiha da zanîn ku bi navê “Koma Xwendinê ya Viyanayê” jî projeyeke wan heye û armanca vê komê bipêşxistina xwendinê di nav keç û xortên Kurd de ye.
Kursa zimanê Kurdî ji bo zarok û herwiha xelkê Ewropayê yek ji girîngtirîn projeyên enstîtuyê ye. Şeqlawa endamê enstîtuyê ye û xwendekar e, yek ji mamosteyên zimanê Kurdî yên zarokan e. Her şemî Şeqlawe zarokên Rojavayê Kurdistanê bi kevneşopî û zimanên kurdî dide nasîn.
Endama Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê Şeqlawa dibêje: “Me behsa çîrokên Kurdî yên weke Şengê û Pengê kir. Ew tiştên ku dayîk û bavên me di zarokatiya me de ji me re gotine, me jî bi rengeke din ji zarokan re got. Kêfa zarokan gelek jê re tê.”
Hûn vê yekê weke enstîtuyekê dibînin ku vî kurê Xwedê hînî zimanê Dîak bikin. Zimanê kurdî ku bizanibe kur kî ye, zimanê wan çi ye, bi zimanê xwe biaxive û bibe zimanê xwe. Me zehmetîyeka rehet hînî wan kir.
Pirtûkxaneya enstîtuyê bi dehan pirtûkên bi zimanê Kurdî û Almanî yên li ser dîroka çanda neteweya Kurd vedihewîne.
Kawa Ehmed zêdeyî 30 sal in li Nemsayê dijî, weke endezyar dixebite, lê şêwirmendê encûmena enstîtuyê ye û weke xwebexş dixebite.
Şêwirmendê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê Kawa Ehmed jî got: “Bi rastî jî ez weke yek ji encûmenên şêwirmendiyê min dît ku lobî pir girîng e. Divê lobiyeke baş were kirin ku peywendî bi akademiya Nemsayê re xurt bibin.”
Piraniya endaman wê roja Yekşemê amade bin. Ew ji bo karên heftane xwe amade dikin. Heta niha xelatên rûmetê dane çend hunermend û nivîskarên Kurd.
Parêzer Salih Qitî ku endamê Rêveberiya Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ye dibêje: “Em dixwazin bi xelata rûmetê qedrî ew kesên ku girîngiyê bi zimanê wêje û çanda Kurdî didin bê zanîn.”
Nûçe: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin