Li bajarên Giyelan û Paweyê çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin
.
Endam û alîgirên biwêr ên Hizba Demokarat li bajarê “Giyelan û Pawe”yê, çalakiyeke bêmînak a banghêjiyê lidar xistin.
Pêka girte vîdyo û wêneyên ku gihîştine Odeya Nûçeyan a Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê “Giyelan”ê, roja Pêncşemî 11ê Reşemeya 1401an a Rojî, bi nivîsandina dirûşm û bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, peymana emegnasiya xwe digel Hizb û gelê xwe, dubare kirin.
Endamên Hizba Demokrat bi belavkirna sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û nivîsandina dirûşmên wek: “Em zarokên Pêşewa ne, bijî Hizba Demokrat, Qasimlo rêbaza te berdewam e û em netewa Kurd in”, digel rê û rêbaza şehîdan û Hizba Demokrat peymana xwe nû kirin.
Herwisa hevdem li bajarê “Pawe”yê jî, endam û alîgirên biwêr ên Hizba Demokrat li meydanên “Tekiye, Defn û Besîc”ê û herwisa cihên giştî yên vî bajarî, bi nivîsandina dirûşmên wek: “Bijî Hizba Demokrat, mirin û neman bo Xamineyî, mirin û neman bo caş û bi kirêgirtiyên rejîmê”, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Herwisa ciwanên şoreşger ên bajarê “Pawe”yê di vê çalakiyê de hevxemiya xwe li hember jehrîkirina bi dom ya keçên dersxwan li Rojhilatê Kurdistanê dane xuya û behsa vê yekê kirine ku ew kiryarên cinayetkar a rejîma Îranê vê yekê dide xuya ku rejîma Îranê ber bi dawiya temenê xwe ve diçe û xwe ji encamdana ti cinayetekê naparêze, lewma hewce ye şoreşa seransrî ya “Jin Jiyan Azadî”yê bê berdewamkirin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî destxweşîkirin ji wan endam û alîgirên xwe li navxweyê welat, hêviya tendirustî û berdewambûna wan di cîbicîkirina erkên Hizbî û nîştimanî de dixwaze.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin