Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde rêyên 182 gundan hatin girtin
.
Li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û xirabûna rewşa hewayê li 4 bajaran rêyên 18 gund û mezreyan hatin girtin.
Hat zanîn li navçeyên Elbak, Payîzawa, Miks û Westanê yên Wanê rêyên 83 gund û mezreyan ji ber berfê hatine girtin. Li Geverê 30 û li Qers û Erzinganê jî rêyên 69 gund û mezreyan hatine girtin.
Şaredariya Bajêrê Mezin ya Wanê ragihandiye ku bi armanca rêyên hatine girtin bên vekirin dest bi kar û xebatên xwe kirine û li ser kolanên bajêr berfê dihelînin û xwê direşînin.
Li bajarokê Geverê yê Colemêrgê jî şevê din berfê dest pê kiriye û heta îro danê sibehê berdewam kiriye ku li navenda bajarok 5 cm û li cihên bilind jî 10 cm berf bariyaye û ji ber berfê rêya 10 gund û 20 mezreyên Geverê hatine girtin.
Herwiha ji ber berfê li Qers û Erzinganê jî rêyên 69 gund û mezreyan hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya rêveberiya Saziya Keşûhewayê ya herêmê, bi giştî rewşa hewayê berf û baran e û wê berdewam bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin