
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 6 bajar wekî 'herêma karesatê' hatin ragihandin
.
A+A-
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî 11 bajarên ku bandora erdheja 6ê Sibatê li ser wan çêbûbû, 6 bajarên din jî wekî bajarên deverên karesatê hatin ragihandin.
Serokatiya Rewşên Bilez û Afatan a Tirkiyeyê (AFAD) da xuyakirin ku ji bilî wan 11 bajarên di erdhejê de wêranî li wan çêbûye, 6 bajarên din wekî bajarên herêma afatê hatin ragihandin.
Li gorî biryarê bajarên Sêwas, Mêrdîn, Dêrsim, Batman, Nigde û Kayserî wekî bajarên karesatê hatin ragihandin. Wekî sedem jî tesbîtkirina hejmarek avahiyên ku di erdhejê de xisar gihîştiye wan hat nîşandan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin