Li Bane kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn
Li devera Bane ya Rojhilata Kurdistanê kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.
A+A-
Dezgeha mafên mirovan a Hengaw ragihand, îro danê sibê li zozana Malte ya bajarê Bane, pasdarên Îranê êrişî komek kolber kirin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Navê kolberê ku hatiye kuştin, Hadî Selîmî û 30 salî bûye. Yên din jî heta niha navên wan nehatine zanîn.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin