Li Baneyê 6 çalakvanên Kurd hatine desteserkirin

Li Baneyê 6 çalakvanên Kurd hatine desteserkirin

.

A+A-

Artêşa Pasdarên Îranê 6 çalakvanên mafên jinan û mamoste li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê desteser kiriye.

Rêxistinên mafê mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku Hêza Îtlaata Artêşa Pasdaran sibeha roja Sêşemê li bajarê Baneyê bi ser malên hejmarek çalakvan de girtiye û herî kêm 6 kes desteser kirine.

Hat diyarkirin ku Hêza Îtlaata Artêşa Pasdaran, Serokê Sendîkaya Karkerên Baneyê Hesen Îzzetî û hevjîna wî Perwîn Ebdullehpena ya çalakvana mafên jinan, Omer Silêmanî û Se'îd Mihemedî yên çalakvanên mafên karkeran û Efşîn Rehîmî û Fatih Mecîdî yên ku ji mamostetiyê hatine dûrxistin desteser kiriye û dest daniye ser tiştên wan ên taybet.

Hat destnîşankirin ku hevjîna Se`îd Mihemed jî hate desteser kirin lê piştî çend saetan hate berdan.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku 6 çalakvan bo Girtîgeha Îtlaata Artêşa Pasdaran a li Sineyê hatine veguhestin û heta niha sedema girtina wan ji malbatên wan re nehatiye ragihandin.

Li aliyê din îro çapemeniya ser bi Artêşa Pasdaran ve belav kir ku li Baneyê 8 kes bi tawana endamtiya Komele, rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê hatine desteserkirin.

Berpirsa Peywendiyên Komeleyê Sirwe Nasirî diyar kir ku kesên hatine girtin ne endamên partiya wan in û Hêzên Îranî berî 1ê Gulanê, Roja Karkeran a Navneteweyî çalakvanên sivîl û serbixwe desteser dike da ku çalakiyan li dar nexin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin