Li Başûrê Kurdistanê roja Ala Kurdistanê li saziyên fermî hat pîrozkirin

Li Başûrê Kurdistanê roja Ala Kurdistanê li saziyên fermî hat pîrozkirin

.

A+A-

Îro roja Ala Kurdistanê bi merasîmên taybet li dam û dezgehên fermî û dibistanên Herêma Kurdistanê tê pîrozkirin. Li bajar û bajarokên ên Kurdistanê  bi merasimên cor bi cor roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2009ê biryar da, ku êdî her sal roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” were pîrozkirin. Ji wê demê ve heta niha ne tenê li Başûrê Kurdistanê, lê belê li tevahiya Kurdistana mezin û li cîhanê ev roj ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin.

Li Başûrê Kurdistanê di roja Ala Kurdistanê de, hemû bajar û bajarok bi ala rengîn tên xemilandin û li hemû bajaran çalakiyên cor bi cor tên lidarxistin.

Ji ber ku Roja Ala Kurdistanê îsal dikeve roja înê ya betlaneya fermî, îro çendîn merasimên fermî hatin sazkirin.

Ala Kurdistanê li dibistanên Hewlêr, Duhok, Helebce, Silêmanî û Xaneqînê li dibistanan hat daliqandin. Bi minasebeta rojê li dibistanan bernameyên cuda tên lidarxistin.

Li Parlamentoya Kurdistanê rêzgirtin

Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi amadebûna hejmareke parlamenter û seroka parlamentoya Rêwaz Fayeq û cîgira serok Muna Qahwecî  merasimek hat lidarxistin.

Di merasîmê de , ku tê de sirûda netewî ya “Ey Reqîb” hat xwandin û piştre Ala Kurdistanê li ber deriyê parlamentoyê hat bilindkirin.

 

Di merasîma li Parlamentoya Kurdistanê de hevjîn û zaroka wîPêşmerge Nehro Nacî ku roja 5ê Kanûnê di êrîşa DAIŞê de li navçeya Pirdê ya Kerkûkê şehîd bibû, amade bûn.

Li Kelha Hewlêrê pîrozbahî

Her li Hewlêrê îro merasima pîrozkirina roja Ala Kurdistanê li Kelha Hewlêrê birêve çû.

Di merasîma li Kelha Hewlêrê de berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê û partiyên din amade bûn.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û bi bîr xist ku Ala Kurdistanê ya li Komara Kurdistanê ya Mehabadê hate daliqandin  ji aliyê Qazî Mihemed ve emanetê Mele Mistefa Barzanî hate kirin.

Omîd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê jî wê alayê wek ala xwe ya fermî nas dike û Parlamentoya Kurdistanê jî roja 17ê Kanûnê wek “Roja Ala Kurdistanê” destnîşan kiriye û got: “Di bin wê alayê de hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Herêma Kurdistanê bi hev re di nav aştiyê de weke xwîşk û bira dijîn.”

Hefteya bê li Kerkûkê pîrozbahî tên kirin

Her sal di Roja Ala Kurdistanê de li dibistanên Kerkûk û Xanekînê yên ku tê de perwerde bi zimanê kurdî tê dayîn, şahî tên lidarxistin.

Îsal li dibistanên Xanekînê merasîm hatin lidarxistin, lê li dibistanên Kerkûkê ti bername nehat amadekirin.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re got, ew dê hefteya bê di rojeke diyarkirî de çalakiyeke saz bikin.

Ala Kurdistanê

Ala Kurdistanê, bi fermî roja 74 sal berî niha di 17ê Kanûna 1945 de li ser banê Komara Kurdistanê û ji aliyê yekemîn Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li paytexta komarê bajarê Mihabadê hat bilindkirin.

Lê Ala Kurdistanê di heyama salên 1927-30 de jî ji aliyê Rêberê Serhildana Agirî, Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatibû bilindkirin.

Kronolojiya Ala Kurdî bi vî bi kurtî bi vî rengî ye;

-Komeleya Xoybûn ku Mîr Kamîran Bedirxan û Celadet Bedirxan û hinek şoreşgerên Şoreşa Agirî ava kirin, sala 1927 aleke Kurdî çêkirin, Îhsan Nûrî Paşa ew kir ala Araratê.

-Piştre jina Kurd Fatma Esed Şahîn, sala 1945 li ser daxwaza Mistefa Barzanî nimûneyeke ala Kurdî çêkir, ew ala sala 1946 bû ala fermî ya Komara Kurdistanê li Mihabadê.

-Di wê alê de guhertinek hat çêkirin, tîşkên rojê bûne 21 û êdî bû ala ku em niha weke Ala Kurdistanê nas dikin.

Ala Kurdistanê ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê zemînan pêk tê. Di navendê de jî roj heye. Li jor rengê xwe sor e, navîn spî û jêr jî kesk e. Roja nav alê bi 21 tîrejên wek hev hatiye xemilandin.

Rengê sor şoreş, xwîn, hêz û yeksaniyê temsîll dike. Rengê zer, ronahî, tirêjên rojê û hişyarî, rengê spî, aştî û aramiyê, rengê kesk jî welat, parastin û ciwaniyê temsîl dike.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin