Li Batmanê 55 herêm heta 2020an wek 'herêma leşkerî ya demkî' hat ragihandin
Prêzgariya Batmanê ragihand li Batmanê 55 herêmên girêdayî bajar û navçeyan heta sala 2020an wek 'herêma leşkerî ya demkî' hatin ragihandin.
A+A-
Hat gotin 55 herêmên girêdayî Hezo, Sasûn û Eskîfê yên navçeyên Batmanê, bi daxuyaniya Parêzgariya Batmanê wek 'herêma leşkerî ya demkî' hatine ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin,ev biryar ji 1ê Çileya 2019an heta 31ê Kanûna 2019an dê di meriyetê de be.
A balkêş ev e ku di daxuyaniya Parêzgariya Batmanê de, gotara 'li ser daxwazekê' derbas dibe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin