Li Batmanê Civîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

Li Batmanê Civîna Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK)

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Mustafa Ozçelîk li gel rêvebirên PWKyê Nezîr Akat, Merd Baran Boskan, Mehmet Can Azbay îro(15.09.2023) li Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) ya Batmanê(Êlih) civînek li dar xistin.

Rêvebirên PWKyê Azîz Ozdemîr, Hamdusena Demirel, endamên PWKyê û sîyasetmedarên Kurd beşdarî civînê bûn.

Herweha nûnerên PDKSyê, Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî Li Sûrîyê û Partîya Yekitî ya Kurdistanî-Sûrîye beşdarî civînê bûn.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Mustafa Ozçelîk, di destpêka civinê da, bi tirkî, di derbarê kongreya yekitîyê ya TDK-TEVGER û PAKê û damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) da agahdarî da ragehandina heremî ya Batmanê û pirsên wan bersîvand.

Paşê Mustafa Ozçelîk û rêvebirê PWKyê Mehmet Can Azbay, bi kurdî di derbarê damezrandin, sîyaset û nêrînên Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) da agahdarî dan.

Beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin, bîr û ray û piştgirîya xwe pêşkêş kirin.

5-235.jpg4-311.jpg3-395.jpg1-379.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin