Li Batmanê dem dema wêjeyê ye
2'yemîn Rojên Wêjeya Kurdî ku ji alîyê Şaredarîya Batmanê ve tê organîzekirin îsal di navbera 25-29'ê mehê de li dar dikeve. Di bernameya ku bi dehan nivîskarên kurd beşdar dibin de, belgefîlmê Cemil Oguz ê bi navê "Rewşen" jî dê bê nîşandayîn.
Navenda Nûçeyan- Şaredarîya Batmanê ku van deman gelek xebatên li ser çand, huner û wêjeya kurdî dike niha ji bo lidarxistina 2'yemîn Rojên Wêjeya Kurdî amade dike. Çalakîya ku bernameya wê niha temam bûye dê çar rojan bidome. Di 4 rojan de bi dehan nivîskar^ne kurd dê di panelan de biaxivin û hin belgefîlmên kurdî ji bêne nîşandayîn.
'Şeva rêzgirtina bo Berken Bereh'
Bername roja 25'ê mehê saet 18'an de bi kokteylek dest pê bike. Di kokteylê de Hevşaredarên Bakmanê Dr. Mehmet Demîr û Songul Korkmaz û gelek mêvan dê amade bin. Paşê saet 19'an de "Şeva Rêzgirtina Mêvanê Rûmetê Berken Bereh" wê lidar bikeve ku di vê şevê de Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cumhur Olmez û Mueyed Tayîb dê biaxivin. Û saet 20'an de roj dê bi çalakîya muzîk û helbestxwendinê bi dawî bibe. Agit Işik bi muzîka xwe, Merdan Newayî, Roza Metîna, Selîm Temo û Weysel Tirpan dê helbestan bixwînin.
Belgefîlmê Rewşenê tê nîşandayîn
Roja diduyan dê saet 13'yan bi nîşandayîna belgefîlmê Cemil Oguz ê bi navê "Rewşen"ê dest pê bike. Saet 15'an de çalakîyek ligel Mueyed Tayîb û saet 17'an de jî dê nivîskarên ciwan di bin moderatorîya Razaman Kavak de M. Şîrîn Bulga, M.Sait Îmret û Firat Ozdemîr biaxivin.
Roj saet 19'an de bi panela "Di edebîyata kurdî de werger" bi dawî bibe. Muhsîn Ozdemîr, Merdan Newayî, Salih Agir Qoserî û Lal Laleş dê biaxivin.
Geşedanên çîroka kurdî
Roja sisêyan dê bi nîşandayîna belgefîlmê "Cegerxwîn" saet 14'an de dest pê bike. Saet 17'an de panela "Geşedana Çîrokbêjîya Kurdî" bi beşdarîya Îsmaîl Hacanî, Bajar Mîrzeman û Mihemed Ronahî li dar bikeve. Û roja bi şeva helbestan bi dawî bibe: Ramazan Kavak, Meral Şimşek, Kevok Mizgîn, Îsmaîl Hacanî û Çetîn Lodî dê helbestan bixwînin.
Wêjeya klasîk dê bê nîqaşkirin
28'ê mehê saet 13'an de bi panela "Wêjeya Klasîk" dê dest pê bike. Di panelê de Perwîz Cîhanê, Abdurrahman Adar û Hayrullah Acar dê biaxivin. Heman rojê saet 15'an de panela bi navê "Roman di zaravayaên kurdî de" bi beşdarîya Sebrî Silêvanî, Roşan Lezgîn û Ferzan Şêr li dar bikeve. Roj dê bi panela "Wêje û Bawer" bi dawî bibe. Di vê panelê de jî dê Adar Jîyan, Qahir Bateyî û Qedrî Yildirim biaxivin.
Romana kurdî tê nîqaşkirin
Roja dawî, yanê roja pêncan bi gotûbêja Selîm Temo saet 13'yan de dest pê bike û saet 15'an de bi panela “Motîvasyon û Kêşeyên Romana Kurdî” bidome. Di vê panela ku moderatorîya wê Umran Aran bike de dê Şener Ozmen û Remezan Alan biaxivin.
Heman rojê saet 17'an de dê belgefîlmê Îbrahîm Yildirim "Mîrê Blurê" bê nîşandayîn û saet 19'an de jî dê panela "Folklora Kurdî" bi beşdarîya Nîhat Gultekîn, Bedran Hkmet û Nusret Îmîr li dar bike.
Roj û hemû çalakî dê saet 29'ê de bi dawî bibe û ji bo salek din xatirê bixwaze.
Çalakîyên ku Şaredarîya Batmanê li dar dixe de dê li Navenda Çanda Ahmet Guneştekîn a Şaredarîyê li dar bikevin û yên bixwazin bê pere dê bikaribin herin lê temaşe bikin.
Dîyarname
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin