Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
.
A+A-
Helîkoptereke Tirkiyê li bajarê Bidlîsê yê Bakurê Kurdistanê ketiye xwarê û ji ber ketina wê helîkopterê 11 serbazên Tirkiyê mirine û 4 serbaz jî birîndar bûne.
Medyaya Tirkiyê belav kiriye li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê helîkoptereke leşkerî ya Tirkiyê ket û di encamê de 11 leşkeran mirine û 4 leşkerên din jî birînda bûne.
Ligor zanyariyan heta niha nayê zanîn bê helîkopter ji ber kîjan sedemê ketiye. Herwiha ligor malûmatên helîkopter li herêmeke çiyayî ketiye û pêleke berfbarînê ew herêm girtiye.
Li aliyê din heta niha aliyên fermî derbarê ketina helîlopterê ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin