
Li Bendava Tişrînê sivîl hatin bombebarankirin: Mirî û birîndar hene
.
Di bombebarana li Bendava Tişrînê de 2 sivîl mirin û 10 kes jî birîndar bûn.
Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dikin.
Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.
Her wiha Tirkiye jî bi dron, topbaran û balafirên şer jêrxaneyên Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku droneke Tirkiyeyê îro sivîlên ku li Bendava Tişrînê nobed digirt bombebaran kirin.
Di encama bombebaranê de 2 sivîlan canê xwe ji dest da û 10 sivîl jî birîndar bûn.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobedê digire.
Tirkiyeyê heta niha gelek caran êrişî wan sivîlan kiriye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin