Li ber çavên hêzên emnî êrişî cotkarên Kurd kirin
Li gundekî li sînorê navçeya Daqûqê li ser arîşeya erd di navbera Kurd û Erebên hawirde de şer derket û di encama şer û pevçûnê de çend kes birîndar bûn.
A+A-
Hate ragihandin ku hejmarek Ereb li gundê Yengîceya Talebanî êriş birine ser maleke Kurd û xwestine ku ew malbat cihê xwe vala bikin û gelek sivikatî bi wan kirine, piştre niştecihên gund çûn hawara wê malbatê û şer û pevçûn qewimî û teqe hat kirin, heta berî nîvroya îro jî şer û pevçûn hebû.
Niştecihê wî gundî Kemal Celal diyar kir ku ew Ereb, Erebên Şemer in û xelkê devera biyabanên Tikrîtê ne, dixwazin dest deynin ser wan erdan.
Li gor zanyariyên Kemal Celal, du kesên Kurd birîndar bûne û ji Ereban jî çar kes birîndar in, lê belê birînên wan ji ber gulleyan nîne, piranî ji ber dar û keviran e. Piştre hêzên polîsê federal gihiştine cihê bûyerê û niha şer sekiniye, lê alozî berdewam e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin