Li Berlîna Paytaxta Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin

Li Berlîna Paytaxta Elmanyayê Newroz hate pîrozkirin

Li Berlînê, kurd û dostên wan, roja 21ê Adarê bi beşdariya 250 kesan Newroz pîroz kir. Gelek Siyasetmedar û parlementer di Newroza îsal de beşdarî şahiya Newrozê bûn.

A+A-
Ji Partiya CDU ya Merkelê,  ji SPD û Partiya KESK  û Partiya ÇEP û gelek ji derûdorên Almanyayê elaqeyeke mezin nîşanî vê Newroza îsal dan.
 
Newroz, bi nûnertiya Eyaleta Niedersachsen Berlînê hate pîrozkirin.
 
Şahiya Newrozê bi axaftina  sekreterê Civata kurd a Almanyayê, Rêzdar Cahit Başar destpê kir.
 
Başar, bale kişand ser Efrînê û girîngiya Newrozê.
 
250 kes bi şahiya Newrozê hatibûn vexwendin.
berlin-1.pngberlin-2.pngberlin-3.png
 
 
Li Gieesenê jî Newroz hate pîrozkirin!
 
Li Giessenê kurd û dostên wan 24ê Adarê saet 17.00an li Eywana Şaredariya Bajarê Giessenê Newroza îsal pîroz kir.
 
Newroza Giessenê bi axaftina Serokê Komeleya Dostaniya Kurd û Alman Murat Karaaslanî destpê kir. Piştî wî, Seroka Şaredariya Bajarê Giessenê Rêzdar Gerda Weigel-Greilich Xanim axivî.
 
Piştî wê, Berdevkê Civata Kurd a Almanyayê Mehmet Tanrıverdi axivî û helwesta Almanyayê ya li hemberî Efrînê rexne kir.
 
Şahiya Newrozê bi Koma Muzîkê ya Mîkaîl Aslan berdewam kir.
berlin-4.png
berlin-2.jpgberlin-3.jpgberln-4.jpg
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin