Li Bexdayê teqîn – Gelek kuştî û birîndar hene
.
A+A-
Li paytexta Iraqê teqînek mezin qewimî, gelek kuştî û birîndar hene.
Qasekî beriya niha li taxa Sedir ya Bexdayê teqînek mezin qewimî.
Li gorî agahiyan, di wê teqînê de herî kêm 5 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.
Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran baş nîne, loma tê texmînkirin hejmara kuştiyan zêde bibe.
Hîn nayê zanîn teqîn çawa qewimiye û ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin