Li Bexdayê xwepêşandan û alozî
Doh bi şev li paytexta Iraqê Bexdayê ji ber xizmetguzarîyên sereke hemwelatîyan xwepêşandanek pêk anî.
A+A-
Doh bi şev li paytexta Iraqê Bexdayê ji ber xizmetguzarîyên sereke hemwelatîyan xwepêşandanek pêk anî.
Di encama xwepçşandanê de tê gotin 2 kes mirine û 7 kes jî birindar in.
Ji xeynî paytext Bexdayê hin bajarên Iraqê jî nûçeyên xwepêşandinan tên.
Derbarê kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan de, Berdevkê Serbazî yê Serokwezîrê Iraqê, Yihya Resûl daxuyanîyek belav kir û tê de tekezî li parastina jîyana xwepêşanderan kir.
Di derbarê bûyeran de hukumeta Iraqê hêj daxuyanîyek belav nekirîye
Komek ji aktivîstên sivîl jî li ser torên medyayî nerazîbûnên xwe anîn zimen û bang li Serokwezirê Iraqê Mustefa Kazimî kirin ku bila mudaxilê van bûyeran bibe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin