Li Bidlisê zedetirî 750 ton findiq berhem hatin
.
A+A-
Li Xîzana Bidlisê, zedetirî 750 ton findiq berhem hatin. Debara 9 gundên Xîzanê giranî li ser findiqan e.
Derveyî Herêma Deryaya Reş a Tirkiyê, li kêm deverên Tirkiyê findiq berhem tên. Li Bakurê Kurdistanê jî, li Xîzana Bidlîsê li ser rûberê 5 hezar û 500 doniman, findiq tên berhemanîn û li 9 gundan debara 350 malbatan li ser vê ye.
Berhemhênerên findiqan didin xuyakirin, berhemên wan ji yên Herêma Deryaya Reş, di warê tam û bêhn û rûnê wê de baştir in û li Diyarbekir û Wan û Sêrtê gelek xwazyarên wan hene.
K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin