
Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
.
Roja 26ê Nîsana 2025 an li bajarê Brûksel a paytexta Belçikayê ji alîyê Nûnertîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Belçîkayê semînerek li ser danasîna PWKyê û rojeva siyasî ya Kurdistanê hat lidarxistinê.
Semîner, pişte bixêrhatina mêvanan, ji alîyê nûnerê PWK yê Belçîkayê Ehmed Alan ve, bi sirûda Neteweyî û rûmet girtina nemirên têkoşîna neteweyî ve dest pê kirin.
Axaftvanê semînerê Serokê Rêxistina PWKyê ya Ewropayê Merd Baran Boskan li ser navê PWK Rêxistina Ewropa bi xêrhatina beşdaran kir û li ser pêvajoya avakirina PWKyê, li ser sîyaseta PWK yê di derbareyê neteweya kurd, rewşa Kurdistanê, pirsgirêka neteweyî û rêbazên xebata Partiya Welatparêzên Kurdistanê hanî ziman.
M. Baran Boskan di beşekî din a axaftina xwe de behsa siyaseta PWK yê di warê yekîtî û hevkarîyên partî û rêxistinên Kurdistanî li Bakur, têkiliyên navbera perçeyên Kurdistanê, rewşa dîyasporaya kurdî û hwd. şîrove kir.
Di beşekî din ya axaftina xwe de M. Baran Boskan, li ser pêşhateyên Rojhilata Navîn û girêdanên rewşa cîhanê rawestîya. Bandor û girêdana van bûyeran li ser Kurdistanê û têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê. Û herwiha di vê demajoyê de li ser banga serokê MHP yê Devlet Bahçelî û avakirina Heyeta Îmralîyê û banga Serokê PKKyê Abdulah Ocalan rawestîya. Bi vana ve girêdayî behsa bandora erênî û metirsîyên li pêş me rawestîya.
Di piştî bênvedanê de M. Baran Boskan pirsên beşdaran wergirt û bersîvên wana da.
Semîner bi kêfxweşîya beşdaran û sipasîyên wan ve bi atmosfereke germ û bi berhem bi dawî bû.
Li dora 45 rewşênbîr û nûnerên rêxistinên kurdistanî yên li Brukselê beşdarê vê semînerê bibûn.
26.04.2025
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin