Li Çanakkaleyê êrîşî malbateke Kurd kirin: Kesek hat kuştin
.
Hat ragihandin ku li bajarê Çanakkale yê Tirkiyê, êrîşî malbateke Kurd hatiye kirin û piştî êrîşê endamekî wê malbatê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin.
Li gor ajansa nûçeyan a Serhat News ku ajanseke parêzgeha Wanê ye, malbata Cabîr ku berî 15-16 salan koçî bajarê Çanakkale yê Tirkiyê kirine, îro roja Sêşemê 11ê Nîsana 2023an li gundê ku lê niştecih bûn, rastî “êrîşeke nijatperestî” ya malbetekê hatine ku pêştir di navbera wan de alozî hebû.
Li gor zanyariyan endamên malbata din, endamê wê malbata Kurd Yavuz Cabîr di îro di demjimêr 10.30an dane ber kêran û ew ji 10 cihên laşê wî birîndar kirine.
Li gor ku Parêzera wê malbata Kurd Zilan Leventoglu ragihandiye, piştî ku Yavuz Cabîr di êrîşê de birîndar dibe, diçe mala xwe û hêzên ewlekariyê û tîmên tendirustî agahdar dike daku bûyer zêdetir mezin nebe. Piştî ku hêzên ewlekariyê diçin cihê bûyerê, di navbera wan û endamên malbata Kurd de alozî derdive. Li gor îdiayan, di dema aloziyê de hêzên ewlekariyê êrîşî wê malbata Kurd dikin ku 3 jinên ji malbatê jî di nav de ne û li wan didin.
Li gor zanyariyan Yavuz Cebîr jî dest diavêje çifteya xwe û di wê demê de hêzên ewlakariyê destwerdanê dikin û gulleyekê lisingê Yavuz Cabîr didin û bi giranî birîndar dibe.
Hat ragihandin Cabîr piştî bûyerê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê hatiye rakirin, lê tevî hewildanên pizîşkî canê xwe ji dest daye. Endamên din ên malbatê jî bo binekeya leşkerî ya Anafartalar a Çanakkaleyê hatine birin.
Derbarê 3 kurên Cabîr de bo dema 48 demjimêran biryara destserkirinê hatiye dayîn û karûbarên îfadeyê yên hevjîn û keçên wî jî berdewam in.
Parêzera wê malbata Kurd Zilan Leventoglu derbarê bûyerê de dibêje: “Rewş gelek ciddî ye. Cenderme çend caran gule li endamên malbatê barandine. Bav bi armanc ji sînga wî hatiye gulebarankirin. Ji bilî gulebarankirinê cendermeyan gelek li wan jî daye.”
Hat ragihandin Leventoglu derbarê mijarê de serî li Komaleya Mafên Mirov a Çanakkaleyê daye û ew ji rewşê agahdarkirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin