Li Çel û Hezo 3 leşkerên Tirkîyê hatin kuştin
Li navçeya Çel ya Colemergê û li Batmanê 2 leşkerên Tirk û pasewanekî gundan hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, kuştina leşkerên xwe yên navçeya Çelê ragihand.
Li navçeya Çelê ya Colemergê, di dema serbaz di perwerdê de bûne, bombeyek teqîya û 2 serbaz mirin û 2 jî birîndar bûn.
Serbazên hatine kuştin û birîndar bûne ji bo nexweşxaneya Colemergê hatin veguhastin.
Li ser fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê, berî çend rojan li Colemêrgê operasyonek bi navê "Kapan 3" li dijî gerilayên PKKê hatîye destpêkirin û tê de 825 endamên Hêzên Taybet, leşker û polîs beşdar in.
Li navçeya Hezo ya Batmanê jî, pasawanekî gundan rasterast hevalên xwe gulebaran kirin û di encama gulebaranê de paswanekî gundan mir û 2 pasawan jî birîndar bûne.
K24
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin