Li çend bajarên Kurdistan û Îranê carek din xelk derket kolanan

Li çend bajarên Kurdistan û Îranê carek din xelk derket kolanan

.

A+A-

Di berdewamiya serhildana gelên Îranê şeva derbasbûyî 18ê Befranbarê li bajarên weke “Sine, Tehran, Îsfehan, Erak, Kerec, Benderebas, Qeziwîn” û çendîn bajarên din xelkê bersiva banghêjiya sêyemîn salroja xistina balafira “Ukraynî” ji aliyê Spaha Pasdarn dan û herwisa bi nîşana nerizayetî li derheq îdamkirina du xortên serhildêr hatine ser şeqaman û bi girtina rêyan û dana siloganan xwenîşandanên xwe berdewam kirin.

Li bajarê “Sinê” lawên bivêr bi agir rêyên nava bajêr girtin û li dijî rejîmê silogan dan û li ser herifandina rejîma Îranê tekezî kirin.

Nûçe: Kurdistan Medîa

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin