Li Cerablusê 4 welatiyên kurd ji yek malbetê hatin girtin
Li ser deriyê sînorî yê Careblusê ku, dikev navbera Trikiyê û Sûriyê de malbateke xelkê bajarê Kobanê ku, ji 4 kesan pêkdihat ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatin girtin.
A+A-
Çavkaniyên navxweyî ji bajarê Kobanê ragehanadin ku, dema malbateke kurd ji Tirkiyê vedgeriya bajarê xwe Kobanê çekdarên opozîsyona Sûriyê ew li ser deriyê sînorî yê Carblus desteser kirin.
Li gor heman çavkaniyê ew welatî her yek ji Rexda Xelîl Borzî temen 21 salî, Xelîl EhmeBozî temen 60 salî, Ehmed Îsmaîl Bozî temen 30 salî û Îsmaîl Xelîl Bozî temen 19 salî ji aliyê çekdaran ve hatin girtin.
Herwiha da zanîn ku, ew malbat ji gundê Qemûx ê ser bi bajarê Kobanê ve ye û heta nihga çarenivîsa wan ne diyare.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin