
Li Çewligê minîbûsa karkeran wergeriya: 20 birîndar
Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsa karkerên Kurd wergeriya û di encam de yek jê giran 20 kes birîndar bûn.
A+A-
Bûyer, li ser rêya Çewlig-Erzerom navçeya gundê Elmali qewimî. Li gor agahiyên hatine belavkirin, minîbûsa ku ji bajarê Ordu yê Tirkiyê vedigeriya Êliha Bakurê Kurdistanê û karkerên demsalî yên bindeqan hilgirtûbûn, ji kontrola şofêr derketiye û wergeriya ye.
Di vê bûyera trafîkê de yek jê giran 20 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirûstî, polîs û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.
Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin