
Li Çewlîgê qeza: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê bûyereke çûn û hatinê rû da û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Qeza li devera Gundş Alpîran a Çewlîgê çêbû.
Li devera navborî otomobîlek ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn gindire newalê bû.
Di encama bûyerê de ji kesên di otomobîlê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Birîndarên vê bûyerê bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê hatin veguhestin.
Herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin