LI CEZAÎRÊ BUTEFLÎKA CARDIN BÛ NAMZETÊ SEROKOMARÎYÊ
Serokomarê Cezaîrê Abdulazîz Buteflîka ku ev 20 sal e serokomar e, cardin namzetîya xwe ya bo serokomarîyê ragihand. Xelkê Cezaîrê daketin qadan û gotin êdî biçe.
Serokomarê 82 salî Abdulazîz Buteflîka ku ev 20 sal e serokomarîyê dike, ragihand ku bo serdema 5em jî ew ê bibe namzet. Buteflîka ev 7 sal e ji ber ku şeple bûye, nakeve pêşberî xelkê xwe û jiyaneke keşîşane dijî.
Lê digel vê desthilatdarîya dirêj û nexweşînan jî xwe ji namzetîya serokomarîyê nehişt.
Buteflîka, ragihand, bo hilbijartinên 18ê Nîsanê cardin dê bibe namzet, piştî vê daxuyanîyê xelkê Cezaîrê daketin qadan û heta kêlîya dawîn a serlêdana namzetîyan jî xwepêşandan li dar xistin. Buteflîka, di kêlîya dawî de ku li Swîsreyê tê dermankirin tezkereya xwe pêşkêş kir û bû namzet.
Xwepêşander û opozîsyona wî, di xwepêşandanan da gotin, Cezaîr êdî te naxwaze, biçe.
Pisporan radigihînin ku Buteflîka êdî nikare dengan jî bide bes komeke bi navê 'hêz' ku ji hin burokrat û karsazan pêkhatî welat birêve dibin û heke Bueflîka cardin bê serokomarîyê, dîsa desthilat di destê wan de be û bi destê wan jî aborîya Cezaîrê dikeve bazara serbest.
Li gor nûçeya Le Monde, xelkê Cezaîrî êdî di vê bawerîyê de ne ku jiyana liCezaîrê êdî zehmet bûye û mal û milkê wî welatî herûher heman derûdoran dixwin û kîngê xelk neraz3ibûna xwe nîşan dide, desthilat, şerê navxweyî yê 10 sal berî niha bibîr dixwe û gefan dixwe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin