Li cîhanê hejmara kesên ji ber Covîd-19ê mirine ji 6 mîlyonî derbas bûye
.
Vîrusa Covîd-19ê li 220 welatan belav bûye û heta niha herî zêde li DYAyê ji ber vê nexweşiyê mirin çêbûye. Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê jî heta niha 95 hezar û 549 kes ji ber Covîd-19ê mirine.
Li gorî "Worldometer"ê malpera înternetê ya ku daneyên li ser Covîd-19ê berhev dike, li tevahiya cîhanê heta niha hejmara kesên ku ji ber Covîd-19ê mirine ji 6 mîlyon û 21 hezarî derbas bûye.
Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) bi 984 hezar û 20 mirinan li cîhanê yekem e ku mirin herî zêde li wî welatî pêk hatiye.
Li piştî Amerîkayê bi 652 hezar û 207 mirinan Brezilya, 515 hezar û 133yan Hindistan, 356 hezar û 281ê ve Rûsya, 319 hezar û 859an va Meksîka, 211 hezar û 108an va Perû, 162 hezar û 8an va Îngiltere, 155 hezar û 887an va Îtalya, 150 hezar û 172yan va Endonezya, 139 hezar û 275an va Fransa, 139 hezar û 91ê va Kolombiya, 137 hezar û 948an mirinan jî Îran tê.
Li Tirkiyeyê weke fermî hejmara miriyan 95 hezar û 549 e.
Li tevahiya cîhanê ji 446 mîlyonî zêdetir kes bi nexweşiyê ketine
Vîrûs cara yekem di Kanûna 2019an de li Çînê derketiye holê û li 200î zêdetir welatan belav bûye.
Li tevahiya cîhanê 446 mîlyon û 721 hezar û 728 kes bi Covîd-19ê ketiye. Hejmara kesên ku bi nexweşiyê ketine û jê filitîn û baş bûne jî 379 mîlyon û 869 hezar û 871 e.
Hê jî dermankirina 60 mîlyon û 831 hezar û 275 nexweşî didom e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin