
Li cihê vekirî dawet û şahî hatin qedexekirin!.
Li cihê vekirî dawet û şahî hatin qedexekirin!.
A+A-
Wezareta Karûbarê Hundir yê Tirkiyê bi hinceta "Ji bo aramî û ewlehiya can û malê gel û êrîşên ku yekîtiya welat û dewletê hedef digire li gorî hêjmara 5442an a Zagona Îdareya Wilayetan, destnîşankir ku dê li cihê vekirî dawet û şahiyên girseyi neyên kirin”. Tebligat ji walî û Qaymeqaman re hat şandin.
Dihê zanîn di 20ê Tebaxê de DAIŞ li Dîlokê(Antep) di dawetekê de komkuji pêk anî û 56 kes qetil kir. Derbarê kujeran de ne lêpirsin û ne jî doz hat vekirin. Lê wezareta Karên Hundir yê Tirkiyê di derbarê dawetan de biryara qedexeyê anî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin