Li Çînê rêjeya haletên tûşbûna vîrûsa koronayê kêm dibe
Li Çînê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa koronayê ya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 14 kesan. Herwiha li Çînê rêjeya haletên tûşbûna vîrûsa koronayê kêm dibe.
Li gor daxuyanîya nivîskî ya Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê, li wî welatî di 24 saetên dawîn de 31 kes ji ber nexweşîya vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane û di 139 kesên nû de vîrus hat dîtin.
Hejmara kesên şik û guman li ser hene ku vîrûsa koronayê bi wan ketîye wek 522 kes hatin ragihandin, hejmara kesên ku di binê çavdêrîyê de jî bo 32 hezar û 870 kesan daket. Kesên ku vîrus di wan de hat dîtin, baş bûne û şandine malên wan jî derket 52 hezar û 45 kesan.
Bi van kesên dawîn li Çînê bi tevahî 3 hezar û 14 kesan canê xwe ji dest dane. Hejmara kesên ku vîrûsa koronayê bi wan ketîye jî gihîşt 80 hezar û 270 kesan.
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê hejmara kesên ku vîrûs bi wan ketîye derket 104 kesan, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî wek 10 kes hatin ragihandin.
Nexweşxaneyên berwext ên li Hûbeyê tên girtin
Li eyaleta Hubeyê ku ji ber têrênekirina nexweşxaneyên normal, 16 nexweşxaneyên berwext hatibûn avakirin. Hatibû daxuyandin ku ev nexweşxane dê hêdî hêdî werin girtin.
Biryar ji bo nexweşxaneya ku ji salonên pêşangeh, werziş û avahîyên cur bo cur hatin veguhastin û hejmara cî û nivînên wan 5 hezar in, hat dayîn. Li Çînê ev çend roj in Hubey di serî de hejmara kesên ku bir vîrûsê ketine û kesên gumanbar pir kêm dibe û biryara girtina nexweşxaneyan jî seba vê kêmbûnê hat dayîn.
Vîrûsa koronaya nû cara ewil li bajarê Vuhan a eyaleta Hûbeya Çînê di 12ê Kanûna 2019an de hatibû dîtin, di demeke kin de li bajar û welatên din belav bibû.
Li ser vê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî "rewşa bilez" ragihandibû.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin