Li Cizîrê du bira di çemê Dîcle de xeniqîn
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, du birayên bi navên Ahmet û Hakan Ercan di çemê Dîcleyê de xeniqîn.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Ahmet û Hakanê ji bo betlanê çûbûn Gundê Çemê Badulê, ji bo xwe hênik bikin ketin ava Çemê Dîcleyê. Herdu birayên ku li tenişta Kana Xîzê ketibûn avê, di avê de xaniqîn û winda bûn.
Hat ragihandin ku termê Ahmet Ercan piştî lêgerînan hatîye dîtin, lê cenazeyê Hakan Ercan hîn nehatîye dîtin.
Lêgerîna ji bo dîtina termê Hakan berdewam dike û termê Ahmet Ercan jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin