Li Colemêrgê 11 dever hatin qedexekirin
.
Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 11 dever bi hinceta “têkoşîna li dijî terorê” di bin navê “herêmên ewlehiya taybet” de heta dawiya îsal ji çûn û hatinê re hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Colemrêgê ve hatiye belavkirin 11 deverên ku li navçeyên Çelê, Rûbarok, Şemzînan û Geverê yên wê parêzgehê, ji demjimêr 00.00ê 14yî Çileya 2022ê heta demjimêr 23.59ê 31ê Kanûna heman salê wek herêmên ewlehiya taybet hatin ragihahandin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate dayîn li deverên wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin, çûn û hatina xelkê sivîl a bo wan cihan hatiye qedexekirin.
Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de îdia dike ku biryara qedexeyê ji bo parastina can û malên welatiyan û berdewamiya aramiya herêmê wek tedbîr di çarçoveya yasayan de hate dayîn.
Ev di demekê de ye ew dever herî dawî ji 1ê Çileya 2022ê heta 14ê Çileya heman salê bo dema 15 rojan wek herêmên ewlehiya taybet hatibûn ragihandin, bi vê biryara nû ya parêzgariyê qedexeya wan deveran bo dema salekê hat dirêjkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin