Li Colemêrgê 130 kes bi Koronayê ketine
Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 130 kes bi Koronayê ketine ku 80 ji wan karmendên tendirustîyê ne.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Nûçegihanê Rûdaw yê li Amedê ragihand, Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Tendirustîyê ji Rûdawê re ragihandîye, li Colemêrgê li derîyê sînorî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de, 130 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.
Li gor agahîyan, 80 kes ji wan pêketîyên COVID-19 yên li parêzgeha Colemêrgê karmendên tendirustîyê ne.
Di derbarê qedexeya çûnûhatinê de ku şeva bihorî bi dawî hat, nûçegihanê Rûdaw ragihand, tevî ku qedexe bi dawî hat, lê ew kesên di bin 18 salî re û ser 65 salî re nabe derkevin.
Herwiha ew kargeh û kompanî û xwaringehên ku qerebalixî li wan çêdibe, nabe bêne vekirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin