
Li Colemêrgê serwîsa xwendekaran qeza kir: 2 kes mirin
Li bajarê Colemêrga Bakurê Kurdistanê minîbusa xwendekaran wergerîya û di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 10 kesên din jî birîndar bûn.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li gor agahîyên berdest, minîbûsa ku pîleqeya wê 65 AAK 287 e û Cemîl Turan diajot ji navenda baajrê Colemêrgê 30 kîlometre dûr li taxê Dîleklîya gundê Ogulê wergerîya.
Minîbûs qasî 30 metreyan ji rê derket û teqle avêt. Di qezayê de şofêr Turan mir, 9ê wan xwendekar bi tevahî 10 kes jî birîndar bûn.
Li ser qezayê hejamreke xelkê gund çû cihê bûyerê. Ji xelka gund Fehîme Turan dema dixwest bibe alîkar li têla elektirîkê ket û canê xwe ji dest da.
Piştî qezayê gelek tîmên tenduristîyê bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê veguhestin.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin