
Li Dêrazorê li dijî hebûna hêzên Îranî û Rûsî xwepêşandan hat kirin
Li bajarê Dêrazor yê Sûrîyê, bi sedan kes kom bûn û daxwaza derxistina milîsên Îranî, hêzên Rûsî û Sûrî kirin.
A+A-
Duhî li devera Ezba ya bajarê Dêrazorê bi sedan kes li dijî hebûna hêzên Îranî, Rûsî û Sûrî li devera xwe meşîyan.
Di meşê de pankartên wekî “Îran û Rûsya ji xak û malên me derxînin”, “Şêxên eşîrên me yên ku daxwaze hilweşandina hikûmeta Şamê nekin nûnertîya me nakin” û “Ji mezhebperestîyê re na” hatin hildan.
Her wiha bang li hevpeymanîya navdewletî û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk hat kirin ku “Milîsên Îranê” ji rojhilatê Firatê derxînin.
Ev demek e li gundewarên Dêrazorê xwepêşandan ji bo derxistina “Milîsên Îran, hêzên rêjîma Sûrîyê û hêzên Rûsyayê” ji Dêrazor û rojhilatê Firatê tên lidarxistin.
Xwepêşanderan dîyar kirin ku ewê her înî di nava çalakîyan de bin heta daxwazên wan bi cih werin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin