Li derhênerê Kurd Kazim Oz lêpirsîn hat vekirin

Li derhênerê Kurd Kazim Oz lêpirsîn hat vekirin

.

A+A-

Derbarê derhênerê Kurd Kazim Oz de ji ber fîlma wî ya bi navê "Zer" ku li ser YouTubeyê belav kiriye bi hinceta "propagandaya rêxistinê" kiriye lêpirsîn hat vekirin.

Kazim Oz derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Oz eşkere kir ku di çarçoveya lêpirsîna ku derheqê wî de hatiye vekirin, bangî wî kirine da ku biçe îfadeya xwe bide.

"Wezareta Çandê piştgirî daye vê filmê"

Derhênerê Kurd Kazim Oz di parvekirina xwe de wiha got:

"Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdia dike ku di fîlma min a sînemayê ya bi navê Zer de min propagandaya rêxistina terorê kiriye, di wextê xwe de Wezareta Çandê piştgirî daye vê filmê.

Piştre ji aliyê heman wezaretê ve hinek beşên fîlma min hatin sansurkirin, niha jî li ser fîlm doz vekirine û dixwazin ceza bidin min.

Li gel ku di dozeke berê ya derheqê min de hatiye vekirin bê tawan derketime.

Diyar e dozger ji bo sedemekê bibînin diperpitin.

Filma Zer ne fîlmeke propagandayê ye, ji bo hûn propagandayê bibînin TRTya xwe vekin li wir binêrin.

"Em rê nadin sansura we"

Ev fîlma ku ketiye vîzyonê li festîvalên navneteweyî hatiye nîşandan, xelat wergirtiye, dema di YouTubeyê de tê belavkirin, heger doz lê tê vekirin diyar dibe ku li welatê me li ser sînemayê sansur û otosansur gihiştiye çi astê.

Hunermendên serbixwe û azad ên wekî me rê nadin sansura we û otosansura xwe jî.

Bila gel biryarê bide ka fîlma min a di YouTubeyê de tê nîşandan sûc e yan na.

Di îfadeya xwe de jî min diyar kiriye ez derhêner im, ez dikarim mijaran ji bo xwe hilbijêrim û bi çi şêwazê vebêjim."

"Ev îronî ye"

Her wiha Kazim Oz ji Rûdawê re axivî û got:

"Hinek beşên fîlma min di sala 2017an de ji aliyê Wezareta Çandê ve hatibûn sansurkirin.

Fîlma ku ji aliyê Wezareta Çandê ve berê piştgiriya wê hatiye kirin niha jî tê sansurkirin, ev îronî ye.

Me cîhê ku wan sansur kiribûn, ekrana reş danîn da ku wan prostesto bikin.

Piştre Lijneya Jor a Venêrana Rêveberiya Giştî ya Wezareta Çandê ya Sînemayê bi şertê rakirina wan beşan destûra belavkirinê dabû.

Niha jî ji bo heman filmî doz hatiye vekirin."

Fîlma Zer a ku çêkerê wê Koz Fîlm e, behsa çîroka Zerîfeyê dike ku şahida Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938an e, ji neviyê xwe Jan re stranekê dibêje, neviyê wê jî bi pey çîroka stranê dikeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin