Li Dêrsimê 6 endam û rêveberên IHDyê hatin desteserkirin

Li Dêrsimê 6 endam û rêveberên IHDyê hatin desteserkirin

.

A+A-

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (IHD) xwest derbarê Dayîkên Şemiyê û kesûkarên wendayan de daxuyaniyekê bide, lê polîsan rê nedan. Şeş endamên IHDê ku dixwestin daxuyaniyê bidin hatin desteserkirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (IHD) ragihandibû ku demjimêr 12:00 li Meydana Seyîd Riza derbarê Dayîkên Şemiyê û kesûkarên wendayan de dê daxuyaniyekê bide. Parêzgariya Dêrsimê jî nîvê şevê bi biryarekê ragihandibû ku bo dema rojekê hemû çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê (IHD) bi armanca daxuyaniyê bidin çapemeniyê hatine Meydana Seyîd Riza lê polîsan rê nedan. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirov a Dêrsimê Gurbuz Solmaz û Rêvebera Şaxa IHDyê Gonul Sanbahar jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.

Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dêrsimê ku bi zorê li otobûsê hatin siwarkirin, bi armanca pişkinîna tendirûstî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê hatin birin. Hat zanîn ku piştre dê bo Rêveberiya Ewlekariyê bên birin û li wir îfadeya wan bê wergirtin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin