Li Dêrsimê agir bi daristanê ket

Li Dêrsimê agir bi daristanê ket

.

A+A-

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket û piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin.

Li gundê Axdadê yê li herêma Mamekiyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan, tîmên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku ligel makîneyên kar bi bêr û bivîran jî midexale hatiye kirin.

Piştî nêzîkî 3 demjimêran agir hatiye kontrolkirin.

Derbarê zerrra agir de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin