
Li Dêrsimê agir bi kafeyeke 2 qatî ket û bû xwelî
.
A+A-
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê agir bi kafeyeke 2 qatî ket û hemû şewitî. Bûyer, berê sibehê li Taxa Mogultay ser rêya Pulurê qewimî.
Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên berevaniya şaristanî, polîs û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê tiştek di kafeya 2 qatî de nema û bû xwelî.
Heta niha nayê zanîn ka ji ber çi agir bi wê kafeyê ketiye. Lê hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin