Li Dêrsimê bi awayekî neyasayî li madenan digerin
.
Ev demek e li sînorê parêzgeha Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê çend projeyên derxistina çavkaniyên bin erdê destpê kirine. Vê carê jî li gundê Xezkû yê Dêrsimê ji bo derxistina madenan dest bi kolandinê hatiye kirin. Ew navçe niha ji aliyê hêzên cendirme ve hatiye dorpêçkirin û nahêlin ti kesek derbasî wê navçeyê bibe.
Gundiyên Xezkûyê jî ji projeya madenan nerazî ne û dibêjin, ji ber sedemên ewlekariyê çûna gundê wan li wan qedexe kirine, lê ji kompanya madenan re serbest e. Heya niha jî nerazîbûnên li dijî wê projeyê berdewam in, lê karê li wê projeyê jî ranewestiya ye.
Li navçeya Pilûrê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, li gundê Xezkû ji bo derxistina madenan dest bi kolandinê hatiye kirin û ev yek jî bû sedema nerazîbûna rêxistinên jîngeparêz û partiyên siyasî. Ew bi hev re çûn cihê kolandinê û bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Ji bo dîtina karê kompanya lêgerîna madenan û nîşandana nerazîbûnê, Komeleya Jîngehê ya Munzûrê, DEDEF, HDP, EMEP, CHP, Parêzerê gundiyan Bariş Yildirim û gundî bixwe jî çûn cihê kolandinê. Nêzîkî navçeya madenan ew ji aliyê cendirmeyan ve hatin rawestandin û ji ber ku dever wek ‘Herêma Taybet a Ewlekariyê’ hatiye ragihandin, nehiştin hemû bi hev re biçin. Di encama hevdîtinan de destûr dane çûna çend kesan.
Berdevkê Înîsîyatîfa Parastina Mîrata Xwezayî û Çandî ya Dêrsimê Parêzer Bariş Yildirim, da zanîn ku ji bo rawestandina lêgerîna madenan wan serî li saziyên pêwendîdar dane û ev kar ne yasayî ye. Yildirim diyar kir ku Parka Niştimanî ya Newala Munzûrê yek ji parkên herî girîng e û divê çand û mîrata mirovahiyê bê parastin.
Berdevkê Înîsîyatîfa Parastina Mîrata Xwezayî û Çandî ya Dêrsimê Parêzer Bariş Yildirim got: “Em di nav sînorê gundê Xezkû yê ser bi navçeya Pilûrê de ne. Me bihîst ku li vir, li madenan digerin û me serî li aliyên pêwendîdar da ku vê lêgerînê rawestînin. Cihê ku sondaj lê dibe, derdora rûbarê Reşo ye û çavkaniya wî rûbarî Newala Munzûrê bixwe ye û yek ji milên Çemê Munzûrê ye. Di heman demê de, jîngeha masiyê belek e ku zîndewerekî endemîk ê vê deverê ye. Eger ev projeya derxistina madenan were cîbicîhkirin, dê jîngeha Munzûrê bi temamî ji nav biçe. Newala Munzûrê, cihekî wiha ye ku hêja ye di nav lîsteya mîrateya çandî a dinyayê de cîh bigre. Li şûna parastina vê jîngehê, dixwazin bi projeyên wiha têk bidin û ev karekî ne yasayî ye, emê pêvajoya dadwerî heta dawiyê bibin."
Kolandina wê deverê ji aliyê kompanyayê ve ne karekî yasayî ye, lê dîsan jî wan hemû kelûpelên xwe, borî û konên xwe jî birine cihê kar û ev yek bûye sedema nerazîbûna xelkê herêmê.
Muxtarê Gundê Xezkû Celal Sayir jî got: “Eger li vê derê qadeke madenê bê vekirin, dê mal û keda me têk biçe. Goristanên me hemû dê wêran bibin, lewma em wek xelkê gund naxwazin. Karkerên madenê bêyî destûra ji gundî û muxtaran werbigirin, ketin vir, li ser vê yekê weke nerazîbûn gundiyên me hatin û çûn. Em dixwazin her kes piştgiriya me bike, ku em van karkerên madenê ji vir derxînin.”
Gundiyên Xezkûyê jî ji projeya madenan nerazî ne û dibêjin, ji ber sedemên ewlekariyê çûna gundê wan li wan qedexe kirine, lê ji kompanya madenan re serbest e.
Welatî Celal Bayir jî got: “Em li vî gundî mezin bûn, paşê gundên me şewitandin, em jî neçar man biçin cihên din. Dema em tên Dêrsimê em nikarin bên gundê xwe, lê karkerên madenê destên xwe dihêjinin û tên gundê me û dixebitin. Kî destûrê dide wan ku werin? Em gundê xwe naterikînin û dê destûrê nedin ti kesî jî.”
Ev demeke ku bi rêya avakirina bendavan û lêgerîna madenan, hewla têkdana jîngeha Dêrsimê tê dayîn. Li Dêrsîmê 145 projeyên lêgerîna madenan hene û niha jî tevahiya sîlsîleya Çiyayên Munzûrê wek qada madenan hatiye ragihandin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin