
Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkîyê de şer derket
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkîyê de şer derket û Tirkîye dibêje, 3 gerîkayên PKKê di pevçûnan de canê xwe ji dest dane.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyan, şer û pevçûn şeva bihorî li derdora qeza Pulurê ya ser bi parêzgeha Drêsimê ve çêbûye û demeke zêde domandîye.
Têkildarî mijarê, Walîtîya Dêrsimê daxuyanîyek belav kirîye û têde ragihandîye, Fermandarîya Cendirmeyan a Dêrsimê bi piştgirîya balafiran operasyonek li derdora navçeya Pulurê pêk anîye.
Walîtî dibêje, di operasyonê de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Derbarê şerê ku li Dêrsimê çêbûye, hêj baskê leşkerî yê PKKê, HPGê ti daxuyanîyek nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin