
Li Dêrsimê di navbera PKKê û leşkerên Tirkîyê de şer derket
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, roja Çarşemê di navbera grûpeke gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkîyê de şer derket. Li gor agahîyan, di şer û pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê jîyana xwe ji dest dane.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Walîtîya Dêrsimê têkildarî bûyerê daxuyanîyek belav kir û têde ragihand, ku şer di dema lidarxistina operasyonekê de li navçeya Pulurê çêbûye, ku ji alîyê Fermandarîya Cendirmeyan a Dêrismê ve hatibû destpêkirin.
Di daxuyanîya Walîtîyê de tê gotin, ku di encama pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin û hêzên wan dest danîne ser çekeke M-16, 2 çekên klaşînkov û hin melzemeyên din.
Walîtîya Dêrsimê herwiha destnîşan kirîye, ku li herêmê operasyona hêzên ewlekarîyê didome.
Têkildarî şerê îro yê li Dêrsimê, PKKê hêj ti daxuyanîyek nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin