Li Dêrsimê pireke dîrokî hat dîtin

Li Dêrsimê pireke dîrokî hat dîtin

.

A+A-

Li navçeya Pilemûrê ya ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ve li newalekê paşmayên pireke dîrokî hatin dîtin.

Li gor lêkolînên destpêkê tê texmînkirin ku ev pir a serdema Romayê be. Pir ji aliyê lêkolînerekî dîroka devkî û derhênerê belgefilman ve hate dîtin.

Derhênerê Belgefilman Caner Canerik dibêje "Min li navçeyê xebatên dîroka devkî di kirin. Min destan, çîrok û serpêhatî kom dikirin. Di çîrokekê de tê gotin, keçekê ji kurekî ku wê dixwazê re gotiye, eger ti ji Pêrtagê heta Pilemûrê heft piran çêkî û kevirê her heft piran li çiyê bibirî û bê qisûr bi tena xwe van piran lê bikî ezê bi te re bizewicim. Ev ciwan wê demê mîmariyê dixwîne, diçe çiyê keviran dibire û tîne van 7 piran lê dike. Çîrok hinekî dirêj e, lê di dawiyê de nagihîjin hev."

Canerik piştî vê çîrokê dema di newala Pilemûriyê re derbas dibe ew gotin tên bîra wî û çavên xwe li van piran digerîne. Ew tesadûf vê pirê dibîne û digihe wê baweriyê ku ev pireke kevin a dîrokî ye. Piştî wê karmendên Mûzexaneyê ji vê yekê agahdar dike.

Caner Canerik got jî "Hinekan gotiye dema ev pir hatiye çîkirin zêr dibin hîmê wê de hatine veşartin. Piştî van gotinên bê bingeh hinek kes hatine binê pirê biqasî du metreyan kolane û mixabin zerareke zêde dane pirê."

Niha berpirsê Mûzexaneya Dêrsimê û arkeolog çûne ser vê pirê û dest bi lêkolînan kirine. Herwiha dê êdî ev pir ji aliyê Mûzexaneya Dêrsimê ve wek şûnwarê dîrokî were parastin. Lê hê nehatiye piştrastkirin ka dîroka wê vedigere çi serdem an sedsalekê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin