Li Dêrsimê polîsan îşkence li ciwanekî kirin
.
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan doh bi şev 11ê Nîsanê ciwanê bi navê Dogukan Gul desteserkirin û li Rêveberiya Ewlekariya Dêrsimê îşkence lê kirin. Dogukan Gul li nexweşxaneyê rapora lêdanê wergirt û li dijî polîsan gilî tomar kir.
Polîsan doh bi şev li Taxa Ataturk a Dêrsîmê ji ber şerekî ku peywendiya wî pê re nîne ciwanê bi navê Dogukan Gul û 3 hevalên wî desteser kirin û birin Rêveberiya Ewlekariya Dêrsîmê.
Polîsan li Rêveberiya Ewlekariya Dêrsimê, li Dogukan Gul dan û dev û lêvê wî birîndar kirin.
Polîs piştî ku dizanin peywendiya Dogukan Gul bi şer re nîne, ji bo pişkînînê wî dibin nexweşxaneyê û serbest berdidin. Gul li nexweşxaneyê rapora pizîşkî wergirt û derbarê polîsên îşkence li wî kirin li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê gilî tomar kir.
Derbarê bûyerê de Dogukan Gul ji Rûdawê re got: “Şeva borî saet di 11.00an de em li Taxa Ataturkê dimeşiyan, otomobîla polîsan li kêleka min rawestiyan. Bi zorê ez xistim nava otomobîlê. Digotin tê gule berdana. Bi zorê ez birin qereqolê. Li qereqolê 15-20 kesan ji nişka ve dest bi êrîşê kirin û ez bi erdê re dirêj kirin û bi çekan li min dan. Piştre wan ez birin odeyeke din û li wir jî li bi sîle û kulman li min xistin.”
Gul da zanîn ku “Li cihê qehwexaneya eywanê şer derket û tîmên tevgera taybet li qehwexaneyê rûniştibûn. 3 gule berdan hewayê. Me jî dengê çekan bihîst û bi lez me xwest em dûr bikevin. Em hinekî bi lez meşiyan. Ji me re û gotin hûn çima bi lez dimeşin û em birin. Eleqay qet eleqeya bûyerê bi me re nîne.
Bavê Gul, Huseyin Gul jî dibêje ji bo tomarkirina gilî dîmenên kamerayên çavdêriyê ji polîsan xwestine, lê polîsan bi hinceta kamera xirabûne dîmen nedane wan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin