Li Dîlokê polêsan 33 kes binçav kirine
Îro serê sibehê polisan li Dîlokê bi ser malan de girt û hevserokê HDP û DBP’ê yên bajar jî di nav de 33 kesan binçav kirin.
A+A-
Li Dîlokê, îro serê sibehê polisan bi ser malên HDP û DBP’îyan de girt. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Dîlokê ve hatibû destpêkirin de polisan hevserokê HDP’ê yê bajar Mûsa Aydin û Hevserokê DBP’ê yê bajar Mehmet Vûral jî di nav de bi giştî 33 kesan binçav kirin. Hat hînbûn ku di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên HDP’ê yên navçeya Şahînbey û Şahîtkamîlê, 2 keya û parêzerek jî hene. Di kêlîya serdegirtinê de polisan derîyên hin malan şikandin û wisa kein hundir.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin