Li Diyarbekirê civînek ser xizmetên şaredariyê hat lidarxistin

Li Diyarbekirê civînek ser xizmetên şaredariyê hat lidarxistin

.

A+A-

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê bo saziyên sivîl û şaredarî pirsgirêkên bajêr bi hev re binirxînin û çareseriyan peyda bikin civînek lidar xist. Di civînê de bal hate kêşan ku eger Diyarbekir bikaribe bi awayekî azad derfetên xwe bikar bîne dê pirsgirêkên xwe jî çareser bike.

Ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle  (DÎTAM) ve li Diyarbekirê civînek bi navê Diyarbekir, xizmetguzariyên herêmî û aqilmendiya hevpar hat lidarxistin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Serra Bûcak û Dogan Hatun pirsgirêkên sereke yên Diyarbekir parve kirin  û amaje kirin ku eger rêveberiyên herêmî xurt nebin dê ev yek bibe sedema paşmayînê. Rêveberên Dîtamê jî bal kêşandin ku beşdariya saziyên sivîl di rêvebirina bajêr de pêdiviyek girîng e û ji her alîyî ve divê saziyên sivîl û şaredarîş sudê ji hev werbigrin.

Cîgirê Serokê DÎTAMê Sedat Yurttaş ji K24ê re got: “Ji bo ku rêveberiyek baş û şeffaf xizmetê bike emê pêzanînên xwe parve bikin. Ev civîn ne bi tenê pirsgirêkên aboriyê re sînordar e, pirsgirêkên civakî jî hene, pirsgirêkên serdema qeyuman jî tên nîqaşkirin, êdî rêveberiyek bi vîna gel hatî hilbijartin heye.”

Nûnerên saziyên sivîl jî di civînê de bal kêşandin ku welatên nujen de saziyên sivîl û fermî bi hevre bajaran rêvedibin lê li Tirkiyeyê ji ber çaresernebuna pirsa kurd saziyên fermî û şaredarî nayên cem hev û bi tayînkirina qeyuman ve girêdayî jî xizmetguzarî bi awayeke bibandor û sudbexş nayên kirin.

Serokê Jura Pîşesazî û Bazırganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya got: “Yek ji mercên endamtiya Yekîtiya Ewropayê Xurtbuna Rêveberiyên Herêmî ye ku li pêşiya Tirkiyeyê asteng e û sedem jî çaresernebuna pirsa kurd e. Mijar herêmî ye lê pirsgirêk giştî ye. Em li vê derê wê yekê nîqaş dikin ku rêveberiyên herêmî çi ji dest daye, çi winda kiriye, divê em van baş bizanin. Nabe ku rêvebirina bajêr de saziyên fermî û sivîl ji hev cuda bin, divê bi hev re bajêr rêvebibin.”

DÎTAMê biryar daye ku piştî vê civînê torek a çavdêriyê ava bike û ev tor dê çavdêriya xizmetguzariyên şaredariyan bike, gelo şaredarî çiqasî dikarin xizmetan bikin û gelo şaredarî sozên dane cîbicî dikin an ne?

Nuçe: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin