Li Diyarbekirê desteserkirina mafparêzan hat şermezarkirin
.
Îro berdestê sibê, bi operasyoneke hevdem, Hevserokê Gişi yê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê û nêzîkî 60 kes hatibûn destserkirin.
Îro berdestê sibê, bi operasyoneke hevdem, Hevserokê Gişi yê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê û nêzîkî 60 kes hatibûn destserkirin.
Li Komeleya ÎHDê ya Diyarbekirê jî, ÎHDa Diyarbekirê û saziyên mafparêz bi daxuyaniyekê, destserkirin û girtina Parêzer û Mafparêz Ozturk Turkdogan û pêkutiyên li ser saziyên sivîl û kesên muxalîf şermezar kirin.
Serokê ÎHD yê şaxa Diyarbekirê Abdullah Zeytûn di daxuyaniyê de bal kişand ku tu pîvaneke hiqûqî û mafan li Tirkiyeyê nikare xwe ji êrişên desthilatê biparêze û bi binpêkirina zagon û hiqûqê her titş tê kirin.
Zeytûn desteserkirina Ozturk Turkdogan û kesên ku hatine desteserkirin jî, hewla şikandina têkoşîna maf û azadiyan nirxand û bang û daxwaz kir ku hiqûqa heyî bê bicîhkirin û dest ji kirinên der hiqûqî û mafên mirovî bên berdan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin