Li Dîyarbekirê hezar karmend ji kar hatin dûrxistin
21ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hat îlankirin û selehetîya walîyan zêdetir bû
A+A-
Piştî derbeya nebisreketî ya 15ê Tîrmehê di 21ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hat îlankirin û selehetîya walîyan zêdetir bû. Li Diyarbekirê hezar û 9 karmend ji kar ahtin dûrxistin.
Li gor agahîya walîyê Dîyarbekirê; 382 mensûbê emnîyetê, 288 mamoste, 97 karmendên mudûrîyeta dezgeha malbat û sosial, 56 akademisyen ku yek ji wan rektora Uniwersîteya Dîcleyê Prof Dr Ayşegül Jale Saraç, 41 esker, 19 karmendên TRT ya Dîyarbekirê, 10 karmendên mudûrîyeta ciwan û xizmetê , 8 karmend ji dezgeha bacê, 6 karmend ji Midurîyeta Telekom a Herêmê, 4 karmend ji dezgeha ziratê, 7 îmam, 2 qaymeqam 2 mufetîşê bacê, 69 dadger û dozger û ji dezgehên din jî 15 karmend ji kar hatine dûr xistin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin