Li Diyarbekirê morek temenê wê 5 hezar sal in hat dîtin

Li Diyarbekirê morek temenê wê 5 hezar sal in hat dîtin

.

A+A-

Diyarbekir bi çand û dîroka xwe gelek bi  navdar e.  Lêkolîn û kolandina diroka Dîyarbekir roj bi roj derdikeve holê û eşkere dibe. Niha di van kolandina de morek temenê wê 5 hezar sal hat dîtin.

Dîroka ku bi hezaran salan e, îro jî bi kolandina tê lêkolînkirin. Li ser Girê Amîda yê ku mazûbanîya bi dehan şaristaniyan kiriye, bi destûra Wezareta Çand û Tûrîzmê û bi serokatîya reweberê Fakulteya Huner û Şêwrê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz ve 2018 an de dest pê kir. Di kolandinê de bermahiyên wekî kanalên avê û pergalên germkirinê yên 1800 sal berê, odên goran ên 1700 sal berê, 782 bombeyên destan ên ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn û perçeyên mermer ên 800 salî hatin dîtin Di xebatên dawî de jî moreke sîlîndîrîk a bi 5 hezar salî hat dîtin. Serokê kolandinê Prof. Dr. Yildiz diyar kir ku derketiye holê ku ev 10 hezar sal in li Girê Amîdayê jiyan bênavber didome.

Serokê Kolandinê Prof. Dr. Îrfan Yildiz ji K24ê re got: “7 sal in ku  em qesra Artukîyê û rêya kiral a bazirganîyê em dexin hole kolandinê dikin. Di kolandinê de mora Sumer a a wexta Urug ê derket.”

Ev mor qul e û bi bengî ve stuyê mirov ve tê daliqandin. Ev jî dide xuya kirin kû ev cureyên moran bi gelemperî ji bo mohrkirina belge, kîsik û kelûpelan têne bikar anîn. Bi gotineke din hebûna vê mohrê nîşana wê yekê ye ku li vê herêmê toreke bazirganî ya bihêz heye.

Serokê Kolandinê Prof. Dr. Îrfan Yildiz dibêje: “Ev mora ku di wexta Sümer a da 5.000 hezar sal berê hatîye çêkirin. Ji bo bazirganîyê hatîye bi karkirin. Ev mora ku hatîye dîtin em dizanin ku bazirganî ka cîndî di vir de ye. Bazirganîka giran di vê heremê deye.  Hem jî em dizanin kû Sümerîya jî li vir  şiqul kirine. A niha ev mor di destê me de ye. Mehîk şunda evê ku bixwazin werin mêze bikin li Muzexaneya Diyarbekirê dikarin werin bibînin.”

Çand û dîroka Dîyarbekirê gelek kûr û kevnar e. Çawa li rûyê erdê pir be wisa di bin erdê de jî pir e. Ji ber vê yekê li çar aliyê Diyarbekirê lêkolîn û kolandin berdewam dikin. Di lêkalînên Gira Amîda yê de moreke hat dîtin. Tê gotin ku temenê vê morê nezikî 5000 hezar sal e. 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin