Li Duhokê kargeha boriyên avê ya xwedî dîroka 1500 salî hat dîtin

Li Duhokê kargeha boriyên avê ya xwedî dîroka 1500 salî hat dîtin

Li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê kargeheke çêkirina boriyên avê ya dîroka wê digihe 1500 salan hat dîtin.

A+A-

Hat zanîn ku yekemîn car e li nêzîkî bendava Mûsilê, kargeheke wiha li Kurdistan û Iraqê tê dîtin.

Ev cihê şûnwarî ku nêzîkî bajarokê Feyde yê parêzgeha Duhokê ye, berî demekê ji aliyekê cotkarekî ve dema li zeviyê xwe kar dikir dîtiye û Rêveberiya Şûnwaran a Duhokê pê agahdar kiriye.

Niha tîmên lêkolînê li ser wî cihê şûnwarî dikin û dikolin û pişknînê dikin ku Kurd in û ser bi Rêveberiya Şûnwaran a Duhokê ne.

Rêvebirê Rêveberiya Şûnwaran li Parêzgeha Duhokê Dr Hesen Ehmed li ser dîtina wê kargehê ji K24ê re ragihandiye: “Kurdistan landika şaristaniyê ye. Ev cihê şûnwarî jî, yek ji wan şûnwarên kêm ên endezyariya avdaniyê ye ku pêştir nehatine dîtin. Li vir firne û cihê dirustkirina keresteyên avdanê bû û boriyên avê li vê kargehê dihatin dirustkirin.”

Hesen Ehmed bibîr xist, “Kurdistan di wê serdemê de, yek ji welatên gelekî pêşketî bû û gelek dahênanên mirovatiyê li ser vê xakê bûne.

Li ser dîroka cihê wî şûnwarî Ehmed Hesen got: “Hîna lêkolînên me li vî cihî bi dawî nebûne û nikarin bi diyarkirî bibêjin vedigere çi salê, lê dikarin bibêjin ku vdigere berî 1500 sal yan kevintir.”

Doktor Hesen da zanîn: “Ti pirsgirêk li pêş me tune ne vekolînê bikin, lê di warê taqîgehan de, bêgûman pêwîstiya me dê bi taqîgeh û şarezayên biyanî hebe, ji bo diyarkirina dîroka vê kargehê.”

Rêvebirê Rêveberiya Şûnwaran ya Duhokê tekez kir: “Ev dever, di serdama berê de devereke stratejî ye, ji ber ku riya girêdana rojhilat bi rojava bû. Gelek şûnwarên din jî li vê deverê hatine dîtin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin